ELÎ QADIR/ QENDÎL

 

Îro li gundê Bûkrîskan li Qendîl bi merasîmekê navenda Encûmena Gel a Binarê Qendîl hate vekirin.

 

Hevserokê navenda Encûmena Gel a Binarê Qendîl Mihemed Hesen ku ji ajansa me re axivî, got; “Ji bo xizmetkirina Binarê Qendîl tişta ji destê me were emê bikin. Em parastin û xizmetkirina gelê Qendîlin.”

 

 

Mihemed Hesen wiha jî got; “Me ji gelê Qendîl encûmenek ava kiriye ji bo xwerêveberiyê. Ew îdiayên qala kantona Binarê Qendîl dikin nerastin.”

 

Encûmena Gel a Binarê Qendîl sala buhrî hate damezrandin. Li ser xizmetkirin û çareserkirina pirsgirêkên gelê Binarê Qendîl kar dike. Her wiha projeyên xizmetgûzariyê ji bo gel pêk tîne.

 

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here