NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekê encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 24 saetên dawî li ser Efrînê û berxwedaniya hêzên wan li hemberî van êrîşan eşkere kir.

 

Di daxuyaniyê ev agahî hatin dayîn QSD‘ê wiha ye:

 

“Tevî ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryara /2401/ ya agirbestê derxistiyê ku divê hemû alî pêk bînin, lê dewleta Tirk hê jî biryarên navnetewî bin pê dike û bi hemû çekên giran, êrîşên hawayî li dijî gelê me bi kar tîne û gelê me li beramberî qirkirinekê rû bi rû dihêle. Li ser vê yekê  hêzên me neçarin ku li hemberî van dijminan mafê parastina rewa bi cih bînin.

 

Efrîn/bajar

 

 Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hedefkirina herêmên sivîlan ên di nava bajar de didomîne. Duh bi şev top li taxa Tirindê ketin, di encamê de ji malbatekê 3 zarok şehîd bûn.

 

Şera

 

Hêzên me duh nîvro, tevgera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê (Cebhet El-Nusra/DAIŞ) li derdora gundê Metîna şopand û bi wan re ketin nava şer de, di encamê de 7 çete di nav de leşkerên Tirk hatin kuştin.

 

-Derdora gundê Mereskê şer di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hetanî saetên derengî şevê dewam dikin, dijmin derbeyên giran xwarin û windahiyên wan ên cane çêbûn.

 

-Saet 4‘ê bi şevê, balafirên dagirkeriya Tirkiyê gundê Meryemîn, Qortoqlaqê, Qere Tepe bomebeberan kirin, 10 bombe li gund barandin, di heman dema bombebaranê de, çekên giran hatin bikaranîn û li derdora gundên navborî jî şer hebû.

 

Di encama bombebaranê de, hejmareke sivîl bûne qurbanî, her wiha firneya gund bi temamî hate rûxandin. Topbaran heta amadekirina raporê dewam dike.

 

-Balafirên dagirkeriya Tirkiyê derdora Vêlat El-Qadî yê li beramberî Meryemînê bombebaran û topbaran kirin, li vê eniyê şer rû da.

 

-Li derdora gundê El-Mezre, hêzên me tevgera komeke leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên  wê şopand û bi wan re ketin şer dikin. Di encama şerê li vir derbe li komê hate xistin û kuştî û birîndarên wan çêbûn.

 

Cindirês

 

 Ji helwestên din ên berxwedanî û fedekariyê; yek ji şervanên me bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê (Cebhet El-Nusra/DAIŞ) şer kir û bi rojan şer dewam kir, bêyî ku yek gavê paş de bavêje û helwesta xwe ya şoreşgerî li hemberî dagirkeriyê diyar kir û bê teredud li ber xwe da, heta ku çete t nêzî wî bûn, texmîn kirin ku ewê karibin bi sax wî bigirin, şervanê me xwe di nava wan de teqand û bi vê çalakiya xwe dijmin perwerde kir ku ev xak, xaka fedekarane.

 

-Balafirên dagirkeriya Tirkiyê, ji vê sibehê ve derdora girê Qazleq û gundê Kefer Sefra bombebaran û topbaran. Her wiha şer û pevçûn jî bi giranî rû da. Şervanên me diyar kirin ku hejmarek çete hatin kuştin. Şer heta amadekirina vê raporê berdewam dike.

 

Bilbilê

 

 Ji vê sibehê heta niha li gundê Baxçe di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rû da. Di heman demê de, balafirên şer herêmê bombebaran dike.

 

-Li gundê Bûkê û Sariya şer dewam kir. her wiha şer jî rû da. Li gorî agahiyên destpêkê di şerê ku heta vê kêliyê didome de bi kêmanî 10 çete hatin kuştin.

 

-Hêjaya bi bîrxistin ku di nava 4 rojan de li eniyên Cindirêsê, Şera, Bilbilê 313 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin.”

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here