19 partiyên Başûrê Kurdistanê ji bo Efrînê bang kirin

55

 

 

 

BIRYAR MIHEMED / HEWLÊR

 

Li Navenda Hizba Zehmetkêşanî Kurdistanê ya Hewlêrê îro bi boneya salvegera raperîna Hewlêrê 19 partî û aliyên siyasî lihev civiyan.

 

Piştî civînê li ser navê 19 partî û aliyên siyasî yên beşdarî civînê bûne, Endama Polîtburoya Hizba Zehmetkêşanî Kurdistanê Niştîman Kemal daxuyanî da û got; "Bi boneya salvegera azadkirina bajarê Hewlêrê, daxwazê dikin ku salvegera raperînê bibe boneya yekrêziya hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û dawî hatina krîzên aborî û metirsiyan. Daxwazê ji aliyên siyasî dikin ku demildest awayekî yekgirtinê ji bo metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê peyda bikin. Di heman demê de pirsgirêka mûçeyan çareser bikin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê neçar bikin ku aloziyên di navbera xwe de çareser bikin."

 

Niştîman Kemal bal kişand li ser herêmên bi nakok û wiha domand; "Kerkûk û herêmên bi nakok ên ji derveyî îdareya Herêma Kurdistanê mane ku niha ji aliyê Heşdî Şebî ve tê bi rêvebirin dubera metirsî li ser hene."

 

Niştîman Kemal li ser navê 19 partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ev bang kir; "Em bang li civaka navneteweyî dikin ku di rawestandina êrîşên li ser Efrînê de rol bigrin û komkojiyên li ser Efrînê bidin rawestandin û bila Tirkiye dest ji êrîş û komkujiyên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê berde."