Alîkariyên li Hewlêr hatin komkirin wê ji bo Efrîn bên şandin

49

 

 

 

BIRYAR MIHEMED/ HEWLÊR

 

Di 1’ê Adarê de weke gelek navçe û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê li bajarê Hewlêr kampanya komkirina alikariya ji bo Efrînê di bin navê ‘Alikariya Efrînê’ hate destpêkirin. Kampanya sibe bi dawî dibe.

 

Yek ji endamên komîteya lidar xistina kampanyayê çalakvan Hawrê Kurdî ji ajansa me re wiha got; “Di rojên ku kampanya hatî destpêkirin de me zêdetirê 15 milyon dînar û 2 ton derman û pêwîstiyên pizîşkî, tonek û nîv cilûberg, betenî û nêzî 2 tonan şîr û pêwîstiyên zarokan kom bikin.”

 

 

Hawrê Kurdî diyar kir ku kampanya wan heya sibe dewam dike û piştre alikariyên hatine komkirin wê bên şandina Rojavayê Kurdistanê.

 

 

 

(sk)