Çalakvan: Dehata rêzefilmên Tirkî dijî Efrînê tê bi karanîn

47

 

 

 

SEMÎRA ŞEHABÎ/ SILÊMANÎ

 

Berxwedana Efrînê di roja 50’an de li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dewam dike. Çalakvanên jin ên Başûrê Kurdistanê ku li ser êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku dehata Tirkiye bi rêzefilm û kelûpelên xwe bi dest dixe li hemberî Efrînê bi kar tîne.

 

Çalakvana jin a binavê Sirwe Cewher got ku erkê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye bi şêweyek fermî peywendiyan li gel Tirkiyê bibire, bazirganiya bi kelûpelê Tirkî rawestîne û wiha dewam kir; “Civak jî li hemberî vê hişyar be. Ji ber ku ew dehata bi kelûpel û rêzefilmên Tirkî bidest dikeve dijî berjewendiyên gelê Kurdistanê û ji bo kirîna çekan ku pê êrîşê Efrînê dikin, tê bikaranîn.”

 

 

Sirwe Cewher wiha jî got; “Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwîste weke helwestek netewî li ser vê rewşê raweste. Li parlamentoya Herêma Kurdistanê biryara pêwîst bê dayîn ji bo qedexekirina kelûpel û rêzefilmên Tirkî. Ji ber ku ne tenê bazirganiya dewleta Tirk e. Çanda me ya resend û hestên me yên niştîmanî tine dibin.”

 

Her wiha çalakvan Mîhreban Elî jî got ku divê li Herêma Kurdistanê hemû bi yek deng û yek helwest rêzefilm û malê Tirkî boykot bikin.

 

 

Mîhreban Elî axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Bi boykotkirina mal û rêzefilmên Tirkî zererek zêde mezin ji bo aboriya Tirkî çêdike. Bi vê helwestê em dikarin piştgiriyek mezin bidine Efrînê.”

 

(sk)