NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna koordînasyonê li salona Sandîkaya Kedkaran a bajaroka Rimêlanê bi beşdariya Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMʹê Aldar Xelîl, nûnerên Rêveberiya Xweser, "Serokê Meclîsa Rêveber Ebdulkerîm Sarûxan, serok û cîgirên desteyanʺ hat lidarxistin.

 

Di dawiya civînê de encamnameyek hat dayîn û tê de hat diyar kirin ku tekane çareseriya li hember êrîşên dagirkeriya Tirk, yekîtiya niştîmanî ye.

 

Li gorî encamnameyê biryarên ku di civînê de hatin girtin evin:

 

"*Berxwedana Serdemê rûmeta me ye û şopandina riya şehîdan erka me ya bingehîne.

 

*Me bi biryar da ku em 11ʹê Adarê biçin Efrînê.

 

*Dagirkeriya Tirk xetereyê li ser tevahî Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê ava dike. Ji bo berxwedana li hember vê xetereyê, divê ciwanên Kurdistanê rêxistina xwe xurt bikin. Di vê çarçoveyê de me biryar girt ku:

 

-Yekîneyên Parastinê yên ciwanên partî û rêxistinan bêne avakirin û divê perwerdeyên leşkerî bibînin.

 

-Divê em beşdarî xebatên parastinê, amadekirina noqteyên leşkerî û kolandina xendeqan li tevahî gund û bajarên Rojava, bibin."

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here