MIHEMED HESEN/ RANYA

 

Jinên Kurd bi şêweyek coşek mezin 8’ê Adarê roja jinên kedkarên cîhanê pîroz kirin. Bi vê boneyê jinên ku ji ajansa me re axivîn, gotin ku divê hemû roj bibin roja têkoşîna jinan.

 

Jina binavê Helale Şewket diyar kir ku tişta dikeve ser milê wan dewamkirina rêya şehîdên azadiyê ye û ne tenê 8’ê Adarê, hemû rojan bikin roja têkoşînê û got; “Em dibîjin gerîlayên jin li çiya ji bo pêşengiya Kurdistanê xebat dikin. Ev jî ji bo hemû jinên azadîxwaz cihê şanaziyê ye. Jin dikare were rojê be. Bi ronahiya xwe welat ava bike.”

 

 

Hunermend Bermal Çem jî li ser 8’ê Adarê wiha axivî; “Îro ew fikra ku wisa kiriye jin li hemû cihekî rabin ser piyan bê guman felsefeya Rêber Apo ye. Nabe tenê rojek weke roja jinan bê diyarkirin. Hemû roj û li hemû cihî divê li dijî desthilatan bibine pêlên têkoşînê.”

 

 

Bermal Çem wiha jî got; “Weke humermend divê tişta ji destê me were, bi sitran û helbestên xwe piştgirî bidin şoreşa Efrînê. Ji ber ku duh Arîn û îro Avesta bi çalakiya xwe li hemberî faşîzm û dagirkeriyê bûne mertala parastina mirovahiyê.”

 

Her wiha hunermenda ji Rojavayê Kurdistanê Dîlber Hesen jî got; “Em ji Erdogan re dibêjin ku wê şikestina wî bi destê jinên Kurd be. Divê jin û ciwawnên Kurd bi tevlîbûna nav refên şervanan peyamek xurt bidin dijmin û taybetî Erdogan. Jê re bêjin ku Kurd êdî ne Kurdê berê ye. Ti demê koletî qebûl nake û wê dijî dagirkeran rawestin.”

 

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here