Efrîn li 3 eniyan şerê dagirkeran dike

54

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li hemberî êrîşên hovane yên artêşa Tirk a dagirker ku li ser Efrînê dimeşîne, "Berxwedan Serdemê" ya şervanên YPG/YPJ û gelê herêmê didome. Li eniyên Cindirês, Bilbilê û Şera di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerên giran rû didin.

 

Li gundên Kanî Gewrikê, Kefer Zîtê û Qurbê yên girêdayî Cindirêsê şerên dijwar rû didin. Şer berdewam dike.

 

Li gundên Kefer Romê û Qurtqulaqê yên girêdayî navçeya Şera jî di navbera şervanan û dagirkeran de şerekî dijwar heye.

 

Li gundên Berkaşê, Qaşa, Bîbeka û Qota yên navçeya Bilbilê jî bi heman rengî şerekî giran rû dide.

 

Li hersê eniyan jî şer bi hemû dijwariya xwe didome.

 

Derdora bajar tê topbarankirin

 

Artêşa dagirker di saetên serê sibehê de, bi balafiran êrîşî derdora bajarê Efrînê kiribûn. Di van saetan de jî, derdora bajar tê topbarankirin.