NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê ku dewleta Tirk ji 20’ê Çileyê ve didomîne, gelê Başûrê Kurdistanê jî, li ser piyan e. Piştî ku dewleta dagirker êrîşên xwe yên hovane dijwartir kirin, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Suriyeyê banga bilindkirina çalakiyan kir.

 

Li ser vê yekê gelê Başûr di saetên êvarê de daket kolanan. Bi hezaran kesên ku li 6 navendan kom bûn, êrîş şermezar kirin û Berxwedana Serdemê silav kirin.

 

Silêmanî

 

 

Bi sedan kesên ku li ser kolana Salim hatin cem, ber bi Baxê Giştî ve dest bi meşê kirin. Di meşê de bênavber dirûşmeyên ku dewleta dagirker a Tirk şermezar dikin hatin berzkirin. Her wiha Berxwedana Serdemê hat silavkirin. Çalakî berdewam dike.

 

Koye

 

Li navçeya Koye ya girêdayî Hewlêr bi sedan kes li Bazarê hatim cem hev. Di çalakiyê de alên YPG/YPJ’ê hatin bilindkirin û dirûşmeyên ku berxwedanê silav dikin hatin berzkirin. Çalakî didome.

 

Derbendîxan

 

Li bajaroka Derbendîxan a girêdayî Silêmaniyê, bi dehan kes li navenda bajarokê kom bûn û çalakî lidar xist.

 

Kelar

 

 

Li navçeya Kelar a girêdayî herêma Germiyanê bi sedan kes li Bazarê kom bûn. Di çalakiya ku êrîşên dagirkeriya Tirk hatin şermezarkirin de, desteka ji bo Efrînê hat vegotin.

 

Kifrî

 

Li bajaroka Kifrî ya girêdayî Kelarê jî, çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya ku bi dehan kes tevlî bûn de, Berxwedana Serdemê hat silavkirin.

 

Qeladizê

 

 

Navendek din a çalakiyan navçeya Qeladizê ya girêdayî herêma Raperîn a Silêmaniyê ye. Di çalakiya ku gelek kes beşdar bûn de, bi dirûşmeyan Berxwedana Serdemê hat silavkirin.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here