NAVENDA NÛÇEYAN

 

Ji bilî gelê Efrînê, tevlîbûn û xwedîderketina li "Berxwedana Serdemê" ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê mezin dibe.

 

Girseyên qelebalix ku diçin Efrînê desteka xwe nîşan didin, her wiha berê xwe didin eniyên berxwedanê.

 

Gelên ku herêmên Efrîn, Cizîr û Firatê yên Rojava, perçeyên din ên Kurdistanê, Lubnan û Filîstînê hatine navenda Efrînê, bi armanca xwedîderketina li berxwedana gel a li hemberî dagirkeriya Tirkiyê berê xwe dan eniya berxwedanê.

 

Girseya gel bi karwanekî ku ji dehan seyareyan pêk tê, di van kêliyan de diçe gundê Çomkê yê girêdayî navenda Efrînê. 

 

Li Çomkê dê çalakiya piştgiriyê bê lidarxistin.

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here