SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Îro li bajarê Silêmanî panelek li ser rêkxistina film, rêzefilm û sîneyan hate lidarxistin. Di panelê de Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan Xalid Dûskî, hunermend û sînemager amade bûn. Di dema daxuyaniyek çapemeniyê de Xalid Dûskî qala panel û bandora rêzefilmên biyanî kir.

 

Xalid Dûskî bal kişande ser pirsgirêkên wezareta wan li ser rêkxistina rêzefilm, film û sînemayê û got; “Li Wezareta Rewşenbîrî ti pîvan û yasayek nîne ji bo çêkirin û belavkirina film, rêzefilm û filmê sînema kar li ser bikin. Tişta pêştir hatiye kirin bi peywendiyê şexsî û heskirin bûye. Karên gelek baş hatine kirin. xizmet hatiye kirin. Belê li rex vê jî karên nebaş jî hatine kirin.”

 

Di dawiyê de Xalid Dûskî got; “Weke wezaret ti biryarek me nîne li ser rawestandina rêzefilmên Tirkî. Tişta ku heye hewldanên takekes an jî asta qenalan de ye. Ez weke huner temaşey rêzefilmên Tirkî dikim. Her hunerek li dijî berjewendiyê welat û netewa min be, emê dijî rawestin û asteng bikin.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here