NAVENDA NÛÇEYAN

 

Amnesty International di raporek ku îro belav kir de nerazîbûn nîşa rewşa tenduristiya Gûlrûx Îrayî û Atêna Daîmî da û got ku divê demek pêş a din herdû jin bên azadkirin.

 

Di rapora Amnesty İnternational de hate diyarkirin ku rewşa tenduristiya Gûlrûx Îrayî û Atêna Daîma ku li Girtîgeha Şarî Rey li bajarokê Qereçkî Weramîn a girêdayî Taranê tên girtin, nebaşe.

 

Di dewama raporê de wiha hate gotin; “Nedibû ev herdû jin bihatan girtin. Niha jî ku hatine girtin li hemberî wan nêzikatiyên ne mirovane û tundûtûjî tê kirin. Ji ber ku ev herdû jin di girtîgehê de jî çalakiya xwe dewam dikin.

 

Di girtîgehê de 3 girtiyên bi cezayê darvekirinê hatine cezarkirin ji bo şopandina Atêna û Gûlrûx hatine erkdarkirin. Her wiha girtiyên din jî gef hatiye xwarin ku li gel Atêna û Gûlrûx ne axivin.”

 

Gûlrûx Îrayî û Atêna Daîmî pêş 36 rojan li dijî nêzikatiyên ne mirovane yên berpirsên girtîgehê dijî jinên girtî dikin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Atêna Daîma çend roj pêş niha ji ber rewşa nebaş a tenduristiya xwe greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kir. Belê Gûlrûx Îrayî heya niha çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam dike.

 

Gûlrûx Îrayî nivîskarek Îranî ye. Ji ber nivîsandina çîrokek li ser kevirkirina jinan 6 sal cezayê girtîgehê jê re hate dayîn. Atêna Daîmî çalakvanek siyasî ye û jê re 7 sal cezayê girtîgehê hatiye dayîn.

 

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here