Hêzên Îranê êrîşê kolberan kir: Kolberek hat kuştin

60

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şevê din li sînorê bajarê Pîranşar ê girêdayî parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê komek kolberan kete kemîna hêzên leşkerên Îranê û gule li kolberan reşandin. Kolberên ji hêzên Îranê reviyan rêya xwe winda kirin û ketine nav herêma bi mayîn.

 

Di encama teqîna mayînan de kolberê bi navê Emîr Xan Rûxîde jiyana xwe ji dest da û 4 kolber jî bi giranî birîndar bûn.

 

(sk)