‘Jinên cîhanê dikarin sûd ji ezmûnên jinên Rojava bigirin’

58

 

 

 

HAWKAR MISTEFA/ROJNEWS

 

Seroka Enstûtûya Work Aştî Ebdullah ku di vê mehê de serdana bajarê Efrîn kir, piştî vegera Başûrê Kurdistanê têkildarî serdana xwe û rola jinan di berxwedana Efrînê de ji ajansa me re axivî.

 

Aştî Ebdullah got ku jinên Rojavayê Kurdistanê ne tenê di şerê dijî dagirkerên Tirk li ser Efrînê de berxwedan kirin, di şerê dijî çeteyên DAIŞ’ê de bi taybetî dema şerê Kobanê de rolek serekî lîstin û wiha dewam kir; “Niha jî li Efrîn heman rol dilîzin. Vê jî wisa kiriye ku jinên Rojava bala hemû çapemeniya cîhanê bikişînin û bûne sembola jinên cîhan.”

 

Aştî Ebdullah diyar kir ku jinên Rojava ew çend pêşketin bidest xistine, divê jinên Başûr û jinên cîhanê sûd li van ezmûnên jinên Rojava bigirin.

 

(sk)