Li Helebce panelên ‘mîdya û welatî’ hatin lidarxistin

72

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ/ HELEBCE

 

Îro li salona monumenta bîrdariya Helebce bi amadebûna cigirê berpirsê sendîkaya rojnamegeran, çalakvan û rojnamegeran Tora Akademî û Diyaloga Mîdya li gel şaxa Helebce ya sendîkaya rojnamegeriya Kurdistanê du panel lidar xistin.

 

Di panelê de mamostayê beşê ragihandin li Zanîngeha Polîteknîkî li Silêmanî Dr. Karzan Mihemed axivî û got; “Li ser torên civakî ji bo welatiyan derfetên baş çêbûne. Tevlî wergirtin û dayîna zanyariyan dibin. Li aliyê din teknolojî beşek metirsî ji bo ser jiyana taybet a welatiyan çêkiriye. Her wiha ewlehî takekesî û gelek caran jî weşandina bûyerên tundûtûjiyê rewşek zehmet ji bo civakê çêkirine.”

 

 

Piştre Karwan Ebdullah Hewramî ku mamostayê beşa ragihandin li Zanîngeha Silêmanî ye axivî û got ku pêwîstî bi rêkxistinek ji bo mîdyaya Kurdî heye.

 

 

Di panela duyemîn de berpirsê peymangeha Teknîkî yê Dûkan Dr. Kawe Reza jî qala mijara pêşeroja mîdyaya Kurdî kir û got; “Mîdyaya Kurd di dema buhrî de xizmetek baş kiriye. Belê piştî salên 2000 ketiye nava qeyranê de. Mîdya li ser hizban parve bûne. Her hizbekê mîdyayek taybet a xwe heye û li gor berjewendiyên xwe didin karkirin.”

 

 

Di dawiyê de jî mamostaya ragihandinê Çiya Mihemed jî got; “Beşa mîdyaya welatî beşek nû ye û her welatiyek ji bo xwe dikare bibe xwedî mîdyayek.”

 

 

(sk)