Li Hewlêr daxwaza rawestandina êrîşên ser welatiyan hate kirin

45

 

 

 

BIRYAR MIHEMED/ HEWLÊR

 

Îro li bajarê Hewlêr tora rêxistinên civaka sivîl têkildarî êrîşên li hemberî kes û welatiyan li bajarê Hewlêr daxuyaniyek da çapemeniyê.

 

Li ser navê tora rêxistinên civaka sivîl Rêbaz Yusif daxwazname xwend û wiha hate gotin; “Demek bi hincetên cûda li Hewlêr dijî kes û welatiyan êrîş çêdibe. Ev jî dijî mafên mirov û yasayê ye. Bûye cihê nerazîbûnan jî. Berdewamkirina van kiryaran destpêkek xerabe û bi taybetî em ber bi pêvajoya hilbijartinan ve diçin.”

 

Her wiha berdevkê desteya serbixwe ya mafê mirovan Mihemed Gûmeşînî jî wiha got; “Hemû êrîş û binpêkirinên li ser mafên mirov bên kirin, bandorek nebaş bi xwe re tîne û divê bên rawestandin. Aliyên peywendîdar helwesta pêwîst li hemberî pêk bînin. Ger ev bûyere bibin weke çandek, li ser asta civakî wê encamên wê nebaş bin.”

 

Hêjay gotinê ye ku di çend rojên buhrî de li Hewlêr dijî kes û welatiyan êrîş pêk hatin.

 

(sk)