SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Îro saet 10:00’ê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a hikûmeta Herêma Kurdistanê li salona Otêl Ebûsena li bajarê Silêmanî panelek lidar xistin. Her wiha Wezîrê Rewşenbîrî û rêveberiya Rewşenbîrî ya Silêmanî, Dihok û nûnerê rewşenbîrî li parlamentoyê, sînameger û hunermend jî tevlî panelê bûn.

 

Panel wê du rojan dewam bike. Di roja yekem de li ser filmên Kurdî guftûgo hate kirin. Li ser lidar xistina festîval, şêwazê dayîna xelatên ji bo sînema li gel karê sendîkaya teybet ji bo film nîqaş tên kirin.

 

Di roja duyemîn de jî li ser film û rêzefilmên biyanî guftûgo wê bê kirin.

 

Îro di destpêka panelê de Wezîrê Rewşenbîrî Xalîd Dûskî û Rêveberê Rewşenbî ya Silêmanî Babekir Direyî qala pirsgirêkên nebûna bi yasaya kirina ji bo rêkûpêkirina film û rêzefilm li Wezareta Rewşenbîrî kirin. Her wiha daxwaz kirin ku piştî panel bi dawî bû endama wê pêşkêşê parlamentoya Herêma Kurdistanê bê kirin.

 

Ev di demekê de ye ku niha li dijî weşandin film û rêzefilmên Tirk li Başûrê Kurdistanê nerazîbûnên berfireh hene û daxwaz tê kirin ku êdî ev film û rêzefilmên Tirkî neyên wergerandina Kurdî û weşandin.

 

 

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here