SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Li Silêmaniyê Akademiya Siyaset û Hizra Demokratîk bi navê 'Bi pêşengtiya jinê şoreşa Efrînê' li navenda xwe ji bo Parlamenterê Tevgera Goran ê Herêma Kurdistanê Şêrko Heme Emîn û Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê Bêrîvan Mihemed re semînerek organîze kir.

 

Parlamenterê Tevgera Goran ê Herêma Kurdistanê Şêrko Heme Emîn bal kişand li ser Berxwedana Serdemê û wiha got; "Di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê de 31 dibistan hatine rûxandin, 50 hezar xwendekar bê xwendin mane. Zêdeyî 2 hezar mamosta êdî nikarin kar bikin. Şûnwarên dîrokî hatine wêran kirin. Her wiha niha li Efrînê pirsgirêka avê heye."

 

Şêrko Heme Emîn ku yek ji endamên şandeya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya ji berî niha çûyî Efrînê bû, derbarê rapora têkildarî Efrînê de amade kirîn de jî wiha destnîşan kir; "Me li Parlamentoya Herêma Kurdistanê rapora serdana xwe ya li Efrînê xwend û parlamentoyê erê kir. Roja din sefîrê Tirkiyeyê hate parlamentoyê û Desteya Serokatiya Parlamentoyê, jêre got, çawa mafê we heye hûn piştgiriya Tirkmenên Telefer bikin, mafê me jî heye, em piştgiriya Kurdên li Rojavayê Kurdistanê bikin."

 

 

 

Her wiha Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê Bêrîvan Mihemed jî bal kişand li ser rolê jinan di berxwedana Efrînê de û wiha axivî; "Li Rojavayê Kurdistanê hêzekî taybet a jinan a bi navê Yekîtineyên Parastina Jin YPJ'ê hene. Ji bo hemû cîhanê rolê xwe îsbat kir. Hişmendiya jin lewaze ji holê rakir. Li Rojavayê Kurdistanê axafitinên jin lewaze hatine pûç kirin. Di warê leşkerî de zêdetir pêşengtiyê dikin. Her wiha di warê hunerî û çandî jî pêşengin."

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here