Monumenta Helebce çîroka trajediyê vedibêje

46

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ/ HELEBCE

 

Ji bo naskirina sûcê kîmyabarana Helebce, nîşandana aliyên cûda yên kîmyabarê, arşîvkirina belgeyan monumentek li Helebce hatiye çêkirin. Geştiyarên navxweyî û derve rojane û bi taybetî 16’ê Adarê hemû salê serdana vê monumentê dikin.

 

Fikra çêkirina monumenta Helebce ji aliyê Serokkomarê pêştir ê Iraqê Celal Talebanî û li ser erkê hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2001’an de hatiye çêkirin. Ji aliyê endazyarek Başûrê Kurdistanê ve dizayna wê hatiye çêkirin. Li ser 54 donim erd û di 15’ê Adara 2003’ê de bi amadebûna Serokkomarê Iraqê, rayedarên hikûmet, hizbên navxweyî û wezîrê wê demê yê DYA’yê hate vekirin.

 

Ji bo nifşê nû vî sûcî ji bîr neke

 

Ev monumente ji çend beşên cûda pêk hatiye. Di her beşekî de çend kelûpel, wêne û peykerên li ser sûcê kîmyabarana Helebce hatine arşîvkirin. Weke rêveberê monumentê Serxêl Xefar dibêje; “Armanca çêkirina vî monumentê ji bo zindî hiştina sûcê kîmyabarana 16’ê Adara 1988’ê li Helebce hatiye kirine. Ji bo nifşê nû vî sûcê hatiye kirin ji bîr neke.”

 

 

Beşê yekem ê monumentê ji salona dîroka Helebce pêk tê. Wêneyên dîroka bajar weke hatina Melîk Feysel ji bo Helebce û pêşwazîkirina girseyek zêde ya bajar ji bo. Her wiha çend wêneyên din weke pîrozbahiyên Newroz û guhertinên di Helebce de çêbûne cih digirin.

 

Jiyana pêş karesatê

 

Yek ji wêneyên din jî yê yekemîn qeymeqama jin a Helebce Edîle Xane. Li rex jî wêneyê xwepêşandana kirêkarên Helebce ku di roja karkerên cîhanê de pêk hatiye cih digire. Rêveberê monumentê li ser giringiya vê salonê wiha dibêje; “Em dixwazin geştiyar û kesên serdana monumentê dikin pêş dîtina wêneyên sûcê hatî kirin, dîroka Helebce binasin.”

 

 

Omerî Xawer bûye sembola trajediyê

 

Li salona trajediyê wêneyên bûyerên trajediyên roja kîmyabarana Helebce hatine daliqandin. Peykerê Omerî Xawer ku bûye sembola kîmyabarana Helebce û li rex jî cenazeyê jin, zarok, ciwan û kesên kal di nava wesayitekê de hatine danîn. Li aliyekî din ê salonê du zarokên li rex hev ku nefesa dawî ya jiyanê didin hatiye bicihkirin. Li pêşber jî peykerê lawir û firindeyan hatiye danîn ku ew jî ji kîmyabaranê bê par nebûne.

 

 

Salona dilê Helebce ku navê 5 hezar şehîdên kîmyabarana Helebce li ser hatiye neşandin, li gel navê zarokên winda bûne ye. Serxêl Xefar li ser vê salonê wiha got; “Li ser navê şehîdan ala Kurdistanê heye. Armanca vê jî ewe ku ew di oxira Kurdistanê de şehîd bûne. Li navenda salonê jî 16 stûn hatine çêkirin û mesafa wan ji hev 3 metire. Ev jî bi wateya roj û meha pêkhatina kîmyabaranê ye. Bilindahiya monumentê 19 metire û 88 santîmetire. Ev jî sala pêkhatina kîmyabaranê ye.

 

Wêne çîroka trajediya Helebce vedibêjin

 

 

Salona wêneyên Helebce yeke ji salonên din ên tejî wêneyên trajediya kîmyabarana Helebce. Bi rêya van wêneyan hemû aliyên sûcê dijî Helebce nîşanî geştiyar û kesên serdana monumentê dikin tê nîşandan. Rêveberê monumentê got; “Wêne ji aliyê wênegirên biyanî ve hatine girtin. Di dema kîmyabarana Helebce de hatine bajarê Helebce û ev wêne girtine. Me jî weke rêzdariyek wêneyê peykerê wênegirek ji bo wan çêkiriye.”

 

 

Bîranîn

 

Di dawiya monumentê de salona belgeyan heye. Ev hemû belgenameyên tê de cih digirin di dema dadgehkirina tewanbarên kîmyabarana Helebce li dadgeha sûc a Iraqê hatine nivîsandin û bi vê rêyê parastina dosya kîmyabarana Helebce hatiye kirin. Her wiha çend amêr û pergalên weke kamereya wênegirê Kurdê Bakûrê Kurdistanê Remezan Uzturk ku wêneyê Omerî Xawer û kurê wî girtiye û Helebce bi cîhanê daye nasîn.

 

 

Her di vê salonê de beşek ji benê darvekirina Elî Kîmyayî li gel pênûsê îmzekirina darvekirina wî hatiye danîn. Çend pergalên din weke xelat û madelyên navnetewî ku werzêşvanên Kurd bi destê xwe anîne û pêşkêşê şehîdên kîmyabarana Helebce kirine.

 

Li beşê derve yê monumentê yek ji balafirên ku sûcê kîmyabarana Helebce pê hatiye kirin hatiye danîn. Li gel wesayitek ku ji ber kîmyabaranê zêdetirê 20 kes têde şehîd bûne. Her wiha çend baxçeyên berfireh ji bo geştiyar têde runin. Her wiha şêweyê derve yê monumentê pêk tîne.

 

 

 

 

 

(sk)