NAVENDA NÛÇEYAN

 

Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê berdewam dikin. Di van êrîşan bi taybetî jin, zarok, pîr û kal hedef tên girtin.

 

Di roja 50'yan a Berxwedana Serdemê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji serê sibehê ve herêmên sivîlan topbaran û bombebaran dikin.

 

Li gorî nûçeya ANHA'yê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê ser û ber êrîşî gundê Termîşa yê navçeya Mabata û gundê Estêr ê girêdayê navenda bajarê Efrînê kirin.

 

Di van êrîşan de li gundê Termîş welatiyekî sivîl ê bi navê Necîb Şêxo yê 55 salî şehîd bû. Li gundê Estêr jî welatiyê bi navê Mihemde Omer Hemkolîno yê 48 salî birîndar bû.

 

li gorî daneyên kedkarên tendurîstî û rayedarên nexweşxaneyên li Efrînê, di êrîşên 50 rojan de bi sedan sivîl hatin qetilkirin û birîndarkirin. Lê balkêş e ku raya giştî ya cîhanê li hemberî vê hovîtiyê kerr û lal bûye.

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here