QSD: Di 24 saetên dawî de 169 dagirker hatin kuştin

60

 

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekê encama operasyonên leşkerî yên 24 saetên dawî li Efrînê eşkere kir.

 

Di daxuyaniyê ev agahî hatin dayîn:

 

“Tevî ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryara /2401/ ya agirbestê derxistiyê ku divê hemû alî pêk bînin, lê dewleta Tirk hê jî biryarên navnetewî bin pê dike û bi hemû çekên giran, êrîşên hawayî li dijî gelê me bi kar tîne û gelê me li beramberî qirkirinekê rû bi rû dihêle. Li ser vê yekê  hêzên me neçarin ku li hemberî van dijminan mafê parastina rewa bi cih bînin.

 

Efrîn/ bajar

 

 Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên yên li ser deverên sivîlan ku hemû pîvan û qanûnên mirovî binpê dike, berdewame. Gundê Qîbar duh rastî êrîşên bi çekên giran hat, her wiha êrîşên hawayî jî heta saetên bi şev dewam kir.

 

-Îro sibehê, li derdora gundê Xalta di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şerên bi hemû dijwariya xwe rû destpê kir û heta kêliya amadekirina vê raporê didome.

Artêşa Tirk a dagirker ji saetên serê sibehê ve bi çekên giran gundê Domikê kir hedefa xwe.

 

Şera

 Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê (Cebhet El-Nusra/ DAIŞ) hewl dan li eniya gundê Meryemînê pêş de biçin, hêzên me bersiva hewldanê dan, di encamê de, di saetên piştî nîro de şer derket. Şer li vir heta saetên bi şev dewam kir. Hêzên me 5 maşîneyên leşkerî îmha kirin û 33 kuştiyên dijmin çêbûn.

-Artêşa Tirk a dagirker vê sibê, hewl dan li eniya gundê Kefer Romî û Qorteqlaq pêş de biçin. Hêzên me bersiva hewldanên wan didin, şerê li vê eniyê heta kêliya amadekirina raporê didome.

 

Cindirêsê

 

Duh bi şev li derdora gundê Korayê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker şer rû da. Di heman demê de, êrîşên bi çekên giran û hawayî jî hatin kirin.

-Duh bi şev, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê, Celemê, Çeqala û Comî bombebaran kirin, bomebebaran heta saetên derengî şevê dewam kir. Gundên Îska û Kefer Zeyta jî rastî topbaran hatin.

– Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê hewl dan li eniya gundê Kanî Korkê pêşde biçin, hêzên me bersiva wan didin. Şer û pevçûn heta vê kêliyê didome.

-Gundê Telfî ji saetên serê sibehê heta vê kêliyê rastî topbaranê tên.

-Hêzên me diyar kirin ku di şerên li gundên Kefersefara, Kefer Zeyta, Kora û Qorta de, 60 leşkerên artêşa Tirk û çete hatin kuştin.

 

Şiyê/ Şêx Hedîd

 

Li derdora gundên Tormîşaka û Şikefta şer rû da, li vir 7 kuştiyên dijmin çêbûn.

Di şerê li gundên navborî jî 20 kuştiyên dijmin çêbûn.

 

Bilbilê

 

 Ji saetên sibehê ve, li derdora gundên Berkaşa, Qaşa, Bîbka û Qatayê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şer rû dide.

Di şerê li gundên Qaşa û Qatayê de 35 dijmin hatin kuştin, şerê li gundên Sariya û Bîbaka heta vê kêliyê didome. Agahî hene ku 14 terorist hatin kuştin."