NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şandeya ku ji 25 kesan pêk tê, ji bo ku piştgiriyê dibe Berxwedana Serdemê ya Efrînê, serê sibehê derketibû rê.  Endamên şandeyê ku ji nûnerên baweriyên Zerdeştî, Misliman, Xiristiyan, pêkhateyên Kakeyî, Hewramî, Pêşmergeyên Dêrîn, çalakvanên siyasî, rêveberên rêxistinên siyasî yên wekî Hizbî Şuî, Zehmetkêşan, Tevgera Azadî, YNK, Tevgera Goran û KNK pêk tên, piştî muaemeleyên fermî yên li Deriyê Sînor ê Pêşxabur ê li aliyê Başûr, derbasî Rojava bû.

 

Şande li Deriyê Sînor ê Sêmalka ku dikeve aliyê Rojava, ji aliyê Hevserokê Desteya Karûbarên Derve yê Cizîrê  Abdulkerîm Umer, Endamê KNK`ê Şêx Sînan Şêx Ehmed û Mûdîrê Giştî yê Deriyê Sêmalka Aras Fetah ve hate pêşwazîkirin.

 

Piştî pêşwazîkirinê şande derbasî avahiya midûriyeta sînor bû.

 

Şandeya ku bi xwe re derman, çandir û pêlîstokên zarokan jî anîne, wê piştre derbasî Efrînê bibe.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here