SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Îro li salona Tewar a bajarê Silêmanî berpirsê malbenda 7 a YNK’ê li Nînawa Nesrûllah Surçî daxuyaniyek da çapemeniyê.

 

Nesrallah Surçî di daxuyaniya çapemeniyê de wiha got; “Di destûrê de dibêje divê herêmên bi nakok ji aliyê Herêma Kurdistan û Bexda ve bên rêvebirin. Belê piştî 25’ê Îlona 2017’ê rê ji bo vê nehate dayîn, tenê Bexda rêve dibe. Ev jî pir xerabe. Her wiha bûdceyê 2018’ê yê Iraqê ku para ji sedê 12,67 ji bo Herêma Kurdistanê daye, neheqiyek dine li Kurdan tê kirin.”

 

Li ser hebûna hêz û baregehên aliyên siyasî yên Kurd li Mûsilê jî Surçî got; “8 komîteyên me li vê herêmê mane. Belê çeka wan nîne û rê nayê dayîna wan çek ji bo parastina xwe hilgirin.”

 

Hêjay gotinê ye ku piştî daxuyaniyê ji bo rojnamegerên ku di şopandina bûyerên pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexda her wiha lidar xistina referandûmê de rolek baş lîstîn xelat hate dayîn. Yek ji wan rojnamegeran jî nûçegihana RojNews Rêzan Mihemed bû.

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here