Wezîrê Karên Derve yê Îmaratê: Divê Tirkiye rêzdar be

43

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Enwer Qerqaşî têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrîn û Bakûrê Suriyeyê, di hesaba xwe ya Twitterê de nerazîbûna xwe anî ziman.

 

Qerqaşî, destnîşan kir ku têkiliyên dewletên ereban û Tirkiyeyê ne di asta xwe ya herî baş de ye û got: "Ji bo ku hevsengî vegere, divê Enqere rêzê li serweriya ereban re bigire û bi mentiq û aqilane li gel cîranan bide û bistîne. Destwerdana li dewletên erebî yên sereke û destek kirina tevgerên îdeolojîk ne rêyeke aqilane ye li himberî cîranan. Ji Enqereyê tê xwestin ku rêzê li serweriya dewletên erebî bigire û giringiyê bidê."

 

Qerqaşî bal kişand ku cîhana erebî dê ji aliyê cîranên xwe ve neyê birêvebirin û wiha dom kir: "Mercên niha dê her wiha nemînin. Divê dewletên cîran di danûstendina xwe yên li gel ereban de cudahiya di navbera rastî û efsaneyan de bizanin."