Berê pêkhateyên Kantona Qamişlo jî li Efrînê ye

51

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Bi hezaran welatiyên Kanton Qamişlo yên ji pêkhateyên cuda bi armanca xwedîderketina li berxwedana gelê Efrînê ku ji 20‘ê çile ve rastî êrîşên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tê, dê careke din berê xwe didin Efrînê.

 

Girseya gel ku alên YPJ û YPG‘ê û TEV-DEM‘ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin, li qada Şehîd Xebat a Qamişlo kom bûn.

 

Girse ji vir bi karwanekî seyareyan berê xwe dan Efrînê.

 

Gelên kurd, ereb, suyran ên ji Başur, Şengal û herêmên Bakûrê Suriyeyê beriya niha jî bi armanca destekdayîna berxwedana serdemê çûbûn Efrînê. Li Efrînê bi beşdariya deh hezaran kesan mitîng hatibû lidarxistin û peyamên li dijî dagirkeriyê hatibûn dayîn.