ŞENGAL/ ROJNEWS

 

Meşa Yekîtiya Ciwanên Êzidî yên Şengalê şevê din ji Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş a li gundê Kolka yê Şengalê destpê kir û heya Geliyê Kersê meşiyan.

 

Di meşa meşaleyî ya ciwanan de posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên YBŞ, YJŞ û YCÊ hatin hildan. Her wiha dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Efrînê’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin qêrkirin.

 

Piştî meşa ciwanan giha Geliyê Kersê li vir daxuyaniyek hate dayîn û daxuyanî ji aliyê endamê saziya ciwanên Êzidî Elî Hemed ve hate xwendin û wiha hate gotin; “Em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Ev komploya ku pêş 19 salan li hemberî Rêberê gelê bindest Serok Apo hatiye meşandin, îro li Efrînê dewam dike. em hemû dewletên tevlî vê komployê bûne şermezar dikin.

 

 

Bila dewleta Tirk baş bizane Serok Apo ne di zindanê de ye, Serok Apo di dilê ciwanên Êzidî de ye. Emê heya dawî ji bo Serokê xwe di nava çalakiyan de bin û heya em serokê xwe azad nekin em dest ji çalakiyan bernadin.”

 

 

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here