NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Di demek ku ji ber dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk yên li Efrîn û Kurdistanê malê banga boykot kirina malê Tirkiye tê kirin de li Hewlêrê destûr hate dayîn ku pêşengeyeke navnetewî ya firotina malê Tirkiye were vekirin.

 

Dewleta Tirk ku zêdahiya bûtceya xwe ji şerê dijî gelê Kurd û komkujiyan re vedike, ji bo helwestek netewî li dijî dagirkerî û komjujiyên dewleta Tirk were kirin ev demeke li Başûr banga boykot kirina malê Tirkiye tê kirin. Ancax li dewsa ku malê Tirkiye were boykot kirin li navenda bajarê Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê de balkêşe ku tam jî di dema van bangawaziyên boykotkirinê de destûr hate dayîn ku pêşengeheke malê Tirkiye were vekirin.

 

Tirkiye malê herî erzan û sexte yê welatê xwe derbasê Başûrê Kurdistanê dike û li ser wê jî qezenceke mezin bidest dixe. Ev qezenca ku ji saya Başûrê Kurdistanê bidest dixe jî dike çek û weke bombe bi ser gelê Kurd yê li Rojava, Bakur û Başûr de dibarîne. Ancax heya niha jî ne gelek partiyên Başûrê Kurdistanê ne jî hikûmet û parlementoya Herêma Kurdistanê helwest û biryareke netewî di vê derbarê de ne daye û bi awayeke ne raste jî be di xwedî kirina bûtceya şer ya Tirkiyê de roleke sereke dilîze.

 

KCK jî di daxuyaniyekî de gotibû, ekonomiya Tirkiye li ser bazara Başûr mezin dibe û dahata vê bazarê jî ji bo şerê dijî zarok û civaka Kurd diçe.

 

Ancax berovahiyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşeke zêde ya welatiyên Başûr bi êrîşên ser Efrînê re hemfikirin ku malê Tirkiye were boykot kirin. Her wiha têxwastin ku rêze filmên Tirkî li Başûr were qedexe kirin û baregehên artêşa Tirk ji ser xaka Başûr were derxistin.

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here