‘Divê Başûr û Iraq li ser derxistina leşkerên Tirk yek biryar bin’

59

 

 

 

HAWKAR MISTEFA/ ROJNEWS

 

Serokê Koma Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Dr. Musena Emîn der barê êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê û hebûna baregehên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivî.

 

Dr. Musena Emîn diyar kir ku weke Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk ji bo ser Efrînê şermezar dikin û wiha domand; “Ev êrîşên dewleta Tirk ji bo ser Efrînê pêk tîne, krîzên li herêmê kûrtir dike. Ev êrîş dijî hemû yasa û pîvanên navnetewî ye û binpêkirina serweriya welatek dine.”

 

 

Musena Emîn axaftina xwe wiha berdewam kir; “Divê pirsgirêk bi guftûgoyê bên çareserkirin, ne bi êrîş û dagirkirina xaka welatek din. Em di bînin rojane zarok û jin dibine qurbanê van êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê. Divê demek pêş a din van êrîşan rawestînin, bi guftûgo û hevdû famkirinê pirsgirêk bên çareserkirin.”

 

Di dawiyê de jî Musena Emîn bal kişande ser hebûna baregeh û navendên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê û got; “Hebûna vê hêzê ez pêwîst nabînim. Ji ber ku di vê qonaxê de ne hikûmeta Iraqê û ne jî Herêma Kurdistanê pêwîstî bi ti hêzek biyanî nemaye. Ji ber vê jî mayîna hêzên Tirk û her hêzek din a biyanî li xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê, herêmê hîn zêdetir dikişîne nav aloziyê. Divê Iraq û Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê yek biryar bin, ji bo derxistina van hêzan.”

 

(sk)