Gelê Hewlêrê li pêşiya nûnertiya NY’yê ye

56

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Welatiyên bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Efrînê û bêdengiya cîhanê, li ber avahiya nûnertiya NY'yê civiyan.

 

Di çalakiya ku nûnerên partî, rêxistinên siyasî, saziyên civakî û bi sedan kes tevlî bûn de, hêrsa li hemberî Tirkiyeyê hat qêrîn. 

 

Xwpêşandaran alên YPG û YPJ'ê yên ku li ser nivîsa "Em bi we re ne" hatiye nivîsandin û wêneyên şehîdên "Berxwedana Serdemê" ya Efrînê bilind kirin û pankartên wekî, "Na ji bêdengiya navnetewî ya li hemberî terora Tirkiyeyê", "Bijî berxwedana Efrînê" vekirin.

 

Wêneyên zarokên Efrînê

 

Zarokên Hewlêrê jî di çalakiyê de wêneyên zarokên Efrînê yên ku di êrîşên hovane yên artêşa Tirk de hatine qetilkirin hilgirtin û di rêza pêş de cihê xwe girtin.

 

Peyama têkiliyên AKP û DAIŞ'ê

 

Xwepêşandanan nexweşeyek mezin a Tirkiyeyê ku bi rengê reş hatibû boyaxkirin vekirin û bal kişandin ser têkiliya hikûmeta AKP û DAIŞ'ê.

 

Di xwepêşandanê de bênavber dirûşmeyên wekî, "Bijî berxwedana Efrînê", "Efrîn Kurdistan e", "Terorîst Erdogan", "Serkeftin serkeftin, Efrîn serkeftin" hatin berzkirin.

 

Xwepêşandan bi axaftinan dom dike.