CÎHAD HEWRAMÎ/ HELEBCE

 

Êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê di roja 51’an de dewam dikin. Di vê derbarê de parlamenterê YNK’ê li parlamentoya Herêma Kurdistanê Qadir Rezgeyî û parlamenterê Komeleya Îslamî li parlamentoya Herêma Kurdistanê Hewraman Geçêneyî ji ajansa me re axivîn.

 

Parlamenterê YNK’ê li parlamentoya Herêma Kurdistanê Qadir Rezgeyî wiha dest bi axaftina xwe kir; “Her çend doza Kurd li ser asta navnetewî pêşketibe jî, belê hîna jî metirsî û qirkirina li ser gelê me didome. Pêş 30 salan kîmyabaran û Enfal, niha jî li parçeyek din ê Kurdistanê li Efrînê komkujiya ser gelê me dubare dibe.”

 

 

Qadir Rezgeyî diyar kir ku divê li herçar parçeyên Kurdistanê stratejiyek niştîmanî hebe û wiha dewam kir; “Di nava hemû çîn û pêkhateyan de fikrek hevbeş çêbibe û em hemû bibin yek. Li dijî her êrîşek li ser parçeyek Kurdistanê ji aliyê her dijminek me ve pêk bê, rawestin. Niha bi hemû hêza xwe piştgiriya Rojava û Efrînê bikin.”

 

Qadir Rezgeyî bi van gotinan axaftina xwe dawî kir; “Tişta niha dewleta Tirk li ser Efrînê dike, metirsiyek mezine li ser gelê Kurd û civaka mirovahiyê. Ji bo wê jî pêwîste komisyona ewlehî û Yekîtiya Ewropa li gor yasayên navnetewî dewleta Tirk ceza bike. Ji ber ku ev binpêkirina yasayên navnetewî ye û dijî hemû ew lihevkirinên ji bo parastina ewlehiya cîhanê hatine kirine.”

 

Her wiha parlamenterê Komeleya Îslamî li parlamentoya Herêma Kurdistanê Hewraman Geçêneyî jî li ser heman mijarê wiha peyîvî; “Ji bo têkoşîna dijî dijminan çeka me ya herî baş tifaqa me ya navxweyî ye.”

 

 

Hewraman Geçêneyî axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Timî dijminên me karîne sûd ji du parçebûna nav mala Kurd bigirin ji bo êrîşkirina ser me. Ji bo wê jî, pêş hemû rêxistin û saziyên navnetewî, pêwîste em bi xwe di nava xwe de yek bin. Piştgiriya hev bikin. Ev jî dibe zimanê me yê parastina li hemberî êrîşên dijminan.”

 

(sk)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here