HELEPCE/RANYA/ROJNEWS

 

Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Efrînê li Ranya û Helepçeyê destpê kirin.

 

'Li Efrîn Berxwedan e Helepce piştevan e'

 

Li bajarê Helepçeyê bi sedan welatî li pêşiya Banqeya Kevin  hatin cem hev û dest bi xwepêşandanê kir. Di xwepêşandanê de pankata "Li Efrîn berxwedan e, Helepçe piştevan e" hat vekirin û dirûşmeyên xwedîderketina li Efrînê hatin berzkirin.

 

Çalakiya ku nûnerên, rêxistin, partî û saziyên civakî jî tevlî dibin, berdewam dike.

 

 

Li Ranya meş

 

Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê jî bi sedan kes li Baxê Giştî kom bûn û dest bi meşê kirin. Di meşa ku rêveber û nûnerên rêxistin û saziyên navçeyê jî tevlî dibin de, alên YPG/YPJ'ê hatin vekirin. Her wiha dirûşmeyên ji bo Efrînê tên berzkirin.

 

 

Li herdu navendan xwepêşandan didomin.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here