ROJNEWS / ŞENGAL

Her ku diçe bertekên li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê berfireh dibe. Di vê çarçoveyê de, li bajarokê Sinûnê îro ji bo piştgiriya Efrînê meşekî girseyî pêk hat. Gel got,  Şengal Efrîne, Efrîn jî Şengal e û gotin ku Efrîn ne bi teneyê û gelê Şengalê bi gelê Efrînê re ye.

 

Her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku êrîşên li ser Efrînê bidin sekinandin.

 

Her wiha li ser navê PADÊ Qehtan Elî, li ser navê Tevgera Ciwanên Êzidî Birahîm Şengalî û li ser navê Desteya Rêvebir a Şengalê  Hacî Hasan û Zehra Siliman axifîn.

 

Hevseroka Desteya Rêvebar  a Şengalê Zehra Silêman axivî û got:“Em bejna xwe li ber hemû şehîdên Serdemê de di tewînin. Em benga xwe ji reya giştî û Konseya mafê Mirova ya jor re dişînin. Wek tevahî cîhan dizena çawa êrîşî Şengalê kirin, dewletên nevnetewî bêdeng man, li Kobanê ji bêdeng man û îro careke din li Efrînê bêdeng mane. Ev dide diyar kirin ku dewlatên nevnetewî destekê didin Erdogan. Li hemberî nav komkujiyan rêxistinê mafê zarokan li kûderê mane. Ger îro sivîlan bombebaran dikin, komkujiya gelane."

 

Zehra Silêman axaftina xwe wiha domand:“Weke jinên Êzidî yên Şengalê, em li pişta gelê xwe yê Efrînê ne, ger pêwîst bike, emê dehan caran biçin Efrînê û piştgiriya gelê xwe bikin."

 

Hevseroka Desteya Rêvebar  a Şengalê Zehra Silêman bang li Êzidiyan kir ku li dijî êrîşên li ser Efrînê rabin li ser piyan û got ku îro roj roja serhildanê ye.

 

Li ser navê  Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Qehtan Xelîl daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Îro Efrîna berxwedêr warê Avesta û Barînan bi hezaran jin û zarok rû bi rûyî komkujiya nin. Dewleta dagirkera a Tirk bi van êrîşên xwe re îro dixweze fermana 74’ê li Efrînê li ser gelê Êzidî pêk bîne. Van êrîşan dibe li ser gelê Êzidî yên Efrînê jiyan dikin. Êrîşên gund û şûnwarên Êzidiyan dikin. Em bang li dewletên navnetewî û hemû saziyên mafên mirovan dikin ku erkên xwe ên mirovahî pêk bînin.

 Kesê ku îro bêdeng biminin, ew jî şirîkên komkujiya nin. Di serî de jî dewletên mîna Rûsya û dewleta faşîst a Tirk. Efrîn cihê Avesta û Barînan e, Rojava serkêşa her çar parçeyen Kurdistanê ye. Bi şopa Arîn re dimeşe. Em jî wek Êzidî bi gelê xwe yê Efrînê re ne."

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here