NAVENDA NÛÇEYAN

Meşê ji Cadeya Salim a bajarê Silêmanî bi tevlîbûnek zêde ya welatî û pêkhateyên bajar destpêkir û heya li Baxê Giştî yê Silêmaniyê bi dawî bû. Meş ji aliyê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Eniya Demokrasiya Gel û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ve hate organîzekirin. Her wiha nûnerên dehan rêxistinên civakî, Nifşê Nû, Tevgera Goran, Komeleya Komunista Îranê û bi dehan aktîvîst beşdarî meşê bûn.

 

Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên, 'Terorîst Erdogan', 'Bijî berxwedana Efrîn' û 'Wê Efrîn ser bikeve' hatin gotin.

 

Li ber Baxê Giştî axaftin hatin kirin. Di axaftina bêdengiya qada navneteweyî ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê hate rexnekirin û şermezar kirin.

 

Her wiha di çalakiyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku bêdengiya li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bişkênin.

 

Her wiha bang li gelê Kurd hate kirin ku dakevin daqan û xwedî li berxwedana Efrînê derkevin û li dijî êrîşên dewleta Tirk rawestin. Di axaftinên hatin kirin de, bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hate kirin ku li gorî biryara 37'an a Parlamentoya Herêma Kurdistanê baregehên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê derbixe. Daxwaz ji kanalên Kurdî hate kirin ku rêzefilmên Tirkiyeyê boykot bikin û herî dawî bang li welatiyan hate kirin ku malê Tirkî boykot bikin.

 

Her wiha ragihandin ku Kurdan îsal biryara xwe dane, li Efrînê Newrozê pîroz bikin û agir pê bixin.

 

 

 

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here