Hewlêrî sibe li ber konsolosiya Rusya kom dibin

58

 

 

 

ROJNEWS/HEWLÊRÊ

 

 

Ji ber şîrîkatiya qirêj a dewleta Rusya ya bi dewleta faşîst a Tirk re wê Tevgera Azadî û Eniya Piştgiriya Efrîn ya Hewlêrê çalakiyeke protestoyî li ber konsolosiya Rusya ya Herêma Kurdistanê ku li bajarê Hewlêrê ye were lidarxistin.

 

Ji bo qada hewayî ya Efrînê ji balafirên şer yên Tirkiyê re were girtin û Rusya dawî li şîrîkatiya xwe ya bi Tirkiyê re bîne, Tevgera Azadî û Eniya Piştgiriya Efrîn sibe di saet 14:00’an de çalakiyek protestoyî li ber konsolosiya Rusya ya Herêma Kurdistanê lidarbixin.

 

Organîzatorên çalakiyê bang li gelê Hewlêrê, çalakvanan û rêxistinan jî kirin ku piştgiriyê bidin çalakiyê û di çalakiyê de amade bibin.

 

Hêjayî gotinêye ku Rusya ji ber destûra êrîşên hewayî da Tirkiye ji bo êrîşê ser Efrînê bike, bi sedan welatiyên sivîl yên Efrînê şehîd bûn, birîndar bûn û mal û milkê wan wêran bûn.

 

(bz)