BIRYAR MIHEMED/ HEWLÊR

 

Kampanya komkirina alikariyê ku zêdetirê 10 rojan li Hewlêr ji bo Efrînê hatibû destpêkirin îro bi dayîna daxuyaniyek ji bo çapemeniyê bi dawî bû.

 

Endamê Desteya Piştgiriya Ji bo Efrînê û endamê komîteya rêveber a kampanyayê Hawrê Kurdî di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got; “10 rojin kampanya komkirina alikariyê ji bo Efrînê li Parka Şaneder a bajarê Hewlêr dewam kir. Di vê demê de zêdetirê 10 hezar dolar, gelek derman û pêwîstiyên tenduristî ji aliyê welatiyên bajarê Hewlêr ve hatin gihandina kampanyayê.

 

 

Emê di nava çend rojan de bi rêya Heyva Sor a Kurd alikariyan bişînine kantona Efrînê. Kampanya û alikariyên me yên ji bo berxwedana Efrînê li bajarê Hewlêr wê dewam bikin. Heya êrîşên ser Efrînê bi dawî dibin.”

 

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here