Li Ewropa civîna netewî ya ji bo Efrînê

47

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Berxwedana Efrînê ya ev 51 roje li dijî dagirkeriyê pêşdikeve bi hemû dijwariya xwe berdewam dike û niha ketiye qonaxeke krîtîk. Şervanên YPG-YPJ û gelê Efrînê li dijî êrîşên dagirkerî û hovîtiya dewleta Tirk bênavber berdewamd ike. Ji Japonya heta Awûstralya û Ewropayê Kurdistanî û dostên wan ji bo Efrînê li ser piyanin.

 

Kurdên li Ewropayê ev 50 roj in bi çalakiyên xwe bûn beşek ji berxwedana Efrînê. Sazî, partî, rêxistinên pîşeyî û kesayetên Kurdistanî yên li Ewropayê, ji bo Hollandayê civiyan.

 

Civîn bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Komîteya Xwedîderketina li Efrînê li Hollandayê bi dirûşma "Helwesta Neteweyî ji bo berxwedana Efrînê" tê lidarxistin. 57 partiyên siyasî û 53 rêxistinên civakî yên sivîl jî di nav de bi sedan kes tevlî civînê bûn. Ji bilî saziyên Kurdan, nûnerên saziyên Asûrî-Suryanî, Ermenî, her wiha gelek rêxistinên çep ên Tirkiyeyî û nûnerên saziyên Ereb tevlî bûne.

 

'Efrîn meseleya tevahiya Kurdistanê ye'

 

Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç di destpêka civînê de axivî û qala armanca civînê kir. Koç got, "Weke saziyên Kurd em îro dixwazin piştgiriya xwe ya ji bo Efrînê nîşan bidin. Bi vê helwestê, em bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, NATO û Ewropayê şermezar dikin. Heta ku dengê xwe li dijî dewleta Tirk bilind bikin, em ê bêdeng nemînin. Efrîn aram nebe, ev der jî aram nabe."

 

Koç destnîşan kir ku Efrîn ne tenê meseleya parçeyekî Kurdistanê ye û wiha dewam kir: "Efrîn meseleya tevahiya Kurdistanê ye. Efrîn meseleya Ermenî, Suryanî û Tirkmenan e. Serketina Efrînê serketina azadîxwazan e. Weke KNK'ê em berxwedana Efrînê silav dikin."

 

Fermandarê YPG'ê peyameke bi deng ji civîna netewî re şand

 

Ji fermandarên YPG'ê yên li Efrînê Mehmûd Berxwedan peyameke bi deng ji civînê re şand. Berxwedan diyar kir ku ev 50 roj in ew li ber xwe didin û got, "Em soz didin gelê xwe. Ev 50 roj in em li ber xwe didin. Ji niha û pê ve jî em ê li ber xwe bidin. Me heta niha li dijî mêtingeriyê li ber xwe dan, em ê ji niha û pê ve jî li ber xwe bidin. Divê dewleta Tirk û Erdogan baş bi vê zanibin. Wê têk biçin. Me soz da Efrînê û gelê Kurd. Em ê her bihosta axa Efrînê, em ê her dara zeytûnê biparêzin."

 

(bz)