Li Kerkûkê ji bo piştgiriya Efrînê çalakî

53

 

 

 

RÊBAZ SEBAH / KERKÛK

 

Li Baxçeyê Qela yê Kerkûkê, bi amadebûna nûnerên partî û aliyên siyasî û bi dehan kesan ji bo piştgiriya Efrînê çalakiyek pêk hat.

 

Di çalakiyê de li ser navê, Tevgera Goran, Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê, Partiya Komunist, Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan, Rêxistina Jinên Azad ên  Kurdistanê (RJAK) û Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê daxuyanî hatin dayîn.

 

Di daxuyaniyên hatin dayîn de, bal kişandin li ser yekîtiya neteweyî û hat gotin ku bi lidarxistina kongreya neteweyî Kurd dikarin êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê bişkênin.

 

Her wiha di daxuyaniyan de hate ragihandin ku hikûmeta Tirkiyeyê timî xwesteka dagirkeriyê hebû û hikûmeta Erdogan bi avakirina DAIŞ'ê û komên din ên terîst nekarî armancên xwe bicih bîne, lewma Tirkiyeyê bi xwe rasterast êrîşî Efrînê kir. Her wiha hate destnîşan kirin ku berxwedana Efrînê dewleta Tirk û çeteyên wê şikandiye.

 

Di daxuyaniyan de, bang li civaka navneteweyî û rêxistinên  mafên mirovan hate kirin ku êrîşên li ser Efrînê bidin rawestandin.