NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li ser bangawaziya TEV-DEM'ê bi hezaran welatiyên Kobanê, li gel şandeya Başûrê Kurdistanê daketin qadan.

 

Çalakgerên li Efrînê alên YPG/YPJ, wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çiqlên zeytûnê hildan.

 

Girseya gel berxwedana QSD'ê silav kir û êrîşên artêşa Tirk a dagirker şermezar kir.

 

Li herêma Cizîrê jî bi hezaran kes li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser Efrînê daketin qadan. Konvoyên ji Qamişlo û Hesekê bi rê ketin, ji bo xwe bigihînin Efrînê li navçeya Til Temirê gihîştin hev. Welatiya bi navê Fatîme Qasim a ji Hesekê diyar kir ku ji bo piştevaniya gelê Efrînê ew diçin Efrînê û got, "Efrîn wê teqez bi ser bikeve."

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here