HEWRÊ KIRÊKAR / KELAR

Li Parka Şehîd Leyla Qasim a navçeya Kelar a Germiyanê mamostayên nerazî yên Germiyan çalakiyek lidarxistin.

 

Di çalakiyê de li ser navê mamostayên nerazî Heyder Mihemed daxuyanî xwend û wiha tê gotin; "Daxwazên me ji bo hemû aliyan zelale. Ji destpêkê ve daxwazên me ji bo mafên me yên bingehî nin.  Tevî ku boykotê em li ser daxwazên xwe yên rewa  bi israr bûn.

 

Vegera me ya dibistana peywendî bi wergirtina mûçe ve heye, bê ku bê kêmkirin.

Pêwîste malbatên xwendekaran,  kesên girîngiyê didin perwerdeyê û pêşeroja civakê bêdengiya heyî bişkênin, hemberî hikûmeta Herêma Kurdistanê helwestekî cidî nîşan bidin. Ji ber ku berpirsê rewşa niha hikûmete."

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here