NAVENDA NÛÇEYAN

 

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî li Efrînê eşkere kir.

 

Daxuyanî wiha ye:

 

ʺTevî ku Konseya Ewlekariyê ya navneteweyî biryara hejmar 2401 a rawestandina şerê li Sûriyê girt, dewleta Tirk êrîşên li dijî herêma Efrînê didomîne û biryara rawestandina şer binpê dike. Dewleta dagirker bi hemû cûreyên çekan û balafiran li gelê me siyaseta qirkirinê dide meşandin. Li hember van êrîşan em neçarin di çarçoveya mafê xweparastinê de, bersiva êrîşan bidin.

 

Bajarê Efrînê

 

Ji duh ve, li derdora gundê Xalta şerên giran  di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên  wê de rû didin. Di şerê ku heta niha li derdora gund rû dide, erebeyeke doçka b temamî hate rûxandin û 37 çeteyên artêşa  Tirk hatin kuştin. Her wiha dagirkeriya Tirk derdora gund bombebaran û topbaran dike.

 

Cindirês

 

Ji duh ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi balafir û çekên giran êrîşî gundên Keferdela, Feqîra û Qoçîma dike.

 

Bilbilê

 

Ji şeva din ta van kêliyan, di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerên giran rû didin. Her wiha navenda navçeya Bilbilê tê bombebaran û topbarankirin. Heta niha zêdetirî 250 top li navenda navçeyê kete. Di şerê ku heta niha dewam dike de, 27 çete hatin kuştin.

 

Li aliyê gundên Qestel Xidriye, Çoleqa û Xedra şerên giran ji duh ve di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de rû didin. Di şerê ku heta niha dewam dikin de, 17 leşker û çete hatin kuştin.

 

Mabata

 

Li gundê Birmîce jî şerên giran heta niha dewam dikin û di encamê de 14 teror hatin kuştin. Her wiha gund hatin bombebaran û topbarankirin."

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here