SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Berxwedana Serdemê ya Efrînê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di roja 51’an de didomin. Li Başûrê Kurdistanê bi armanca piştgiriya ji bo Efrînê hewldanên boykotkirina rêzefilm û derxistina leşkerên Tirk didomin.

 

Bi vê boneyê Rêveberê navenda Rewşenbîrî û Hunerî yê parêzgeha Dihokê Eyub Remezan wiha ji ajansa me re axivî; “Li gor nêrîna min rêzefilmên dûblaj bandorek neyînî li ser civakê çêkiriye. Gelek caran ev rêzefilm bi armanca şerek ê fikrî tên çêkirin.”

 

Eyub Remezan wiha dewam kir; “Rêzefilmên Tirkî bandorek mezin a neyînî li ser Kurdan çêkiriye. Bi taybetî Başûrê Kurdistanê. Gelek xalên negatîf tê de hene ku xizmeta dewleta Tirk dikin. Çanda me jî di nava civak û malbatan de têk daye.”

 

Eyub Remezan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; “Divê hemû qenal piştgiriya Efrînê bikin. Divê di mijarên netewî de qenal û civaka Kurd xwedî helwest bin û aktîf bin. Pêwîste hemû qenalên ragihandinê weşandina rêzefilmên biyanî rawestînin.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here