SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Bi destpêkirina êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê re li Başûrê Kurdistanê pêngava qedexekirin û boykotkirina malê Tirkî hatiye destpêkirin. Aktor û sînemagerên Herêma Kurdistanê li ser mijarê ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku rêzefilmên Tirkî bandorek neyînî li ser malbatan çêdikin.

 

Sînemager Gezîze Omer diyar kir ku weşandina rêzefilmên Tirkî bandorek neyînî li ser civaka Kurd çêkiriye û wiha domand; “Di asta yekem de valahiyek mezin di jiyana hunermendên Kurd de daye çêkirin. Weke pêwîst hunermend nikarin nêzî civaka Kurd bibin. Ya duyemîn jî, ew danûstandinên ne durist ên di nava civaka Tirk de hene, li ser civaka me û malbatan bandorek neyînî dide çêkirin.”

 

 

Gezîze Omer her wiha got; “Emê li dijî êrîşên Tirkiyê rawestin û di heman demê de giringî bi çanda xwe didin. Divê ji bo van sînorek bê danîn. Exlaqê dijminan ji civaka me bên dûrxistin.”

 

Yek ji aktorên rêzefilmên Kurdî Kawe Qadir jî der barê heman mijarê de wiha peyîvî; “Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê bifikire ka çewan giringî bide rêzefilmên Kurdî ku valatiyek mezin çêbûye. Vê valatiyê wisa kiriye ku biyanî hîn zêdetir sûd jê bigirin. Bûye sedema paşketina resendiya Kurd.”

 

 

Kawe Qadir got; “Em çanda wan ret dikin û naxwazin bête nava civaka me. Ez daxwaz dikim ku rêzefilmên Tirkî bên rawestandin.”

 

Her wiha aktor Kameran Reûf jî got; “Rêzefilmên biyanî rolek wan ê xerab heye. Divê di vê demê de bingehdanîna civakê li ser destê mîdyayan be. Belê tersê wê bûne cihê belavkirina rêzefilmên Tirkî ku ev jî bûye sedema nemana nirxên civakê.”

 

 

Li ser pirsa ma ne pêwîste qenalên Kurdî li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, rêzefilmên Tirkî rawestînin? Kameran Reûf wiha got; “Ne tenê ji ber Efrînê her ji ber pêşeroja civaka Kurd jî divê bên boykotkirin. Ji ber ku hemû ev rêzefilm bûne sembol û nîşanên bê exlaqî di nava civakê de. Tên çanda xwe bi şêwazên cûr bi cûr ferz dikin.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here