DANA OMER/ SILÊMANÎ

 

Berxwedana gelê Efrînê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk di roja 51’an de didomin. Rojnamegerên Başûrê Kurdistanê bi vê boneyê ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin boykotkirina malê Tirkî helwesteke ji bo piştgiriya Efrînê ye.

 

Rojnameger Îhsan Sabîr got ku divê bi hemû şêwey dijî welatên dagirker têkoşîn bê kirin, bi taybetî li hemberî ew êrîşên dewleta Tirk dike ser Efrînê pêwîste helwesta me hebe.

 

 

Îhsan Sabîr wiha jî got; “Ger nekarîn bi çekê tevlî şer bibin, dikarin bi rêya boykotkirina malên Tirkî zerer dayîna aboriya Tirkiye tola xwe hildîn. Bi taybetî jî boykotkirina rêzefilmên Tirkî ku bandorek neyînî li ser çand û nasnameya Kurdan. Boykotkirina van hemûyan piştgiriya ji bo Efrîn, gel û şervana ye li Rojavayê Kurdistanê.”

 

Her wiha rojnameger Aştî Caf diyar kir ku malê Tirkî bazara Başûrê Kurdistanê kontrol kiriye û bûne bazirganên kirîna malê Tirkî.

 

 

Aştî Caf got; “Divê weke helwestekê malê Tirkî ji şîrketan neyên kirîn û deriyên sînor ji bo bazirganiya van malan bê girtin.”

 

Her wiha rojnameger Karzan Tariq jî diyar kir ku yekem karê Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya Efrînê divê peywendiyên li gel Tirkiyê ger demkî jî be rawestîne, heya ku dorpêçên leşkerî yên Tirkiyê bên şikandin.

 

 

Di dawiyê de Karzan Tariq axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Weke mînak, me dît dema li Başûr qala referandûmê hate kirin, Îranê li ser me av girt û Tirkiyê jî bi helwestên cûr bi cûr êrîşê ser herêmê kir. Ji bo wê jî niha dema wê hatiye Herêma Kurdistanê tola xwe hilde, bi sekinandina kirîna malê Tirkî û boykotkirina rêzefilmên Tirkiyê.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here