Wê cenazeyê şervanê YPG’ê Soran li Başûr were veşartin

73

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên herêma Cizîrê û malbata Şehîd Başûr Soran, cenazeyê şervanê YPG‘ê Mihemed Hadî (Başûr Soran) yê ji Başûrê Kurdistanê, birin hêrêma Cizîrê da ku derbasî Başûr bikin. Wê cenaze li warê wî were veşartin.

 

Şervanê YPG‘ê Mihemed Hadî (Başûr Soran) ji Başûrê Kurdistanê ye, di 25‘ê Çilyê de di Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê şehîd bû.

 

Bi armanca ku cenazeyê şehdî Başûr derbasî Başûr were kirin, merasîmeke hate lidarxistin. Malbata şehîd Başûr, endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê û nûnerên saziyên sivîl ên Efrînê beşdarî merasîmê bûn.

 

Bavê şehîd Başûr, Hadî axivî û diyar kir ku ew şehadeta kurê xwe serbilinde û got; "Şehadeta kurê min li Efrînê yekrêziya gelê Kurd li hemberî dijmin nîşan dide. Her tişt tê firotin, lê welat nayê firotin.

 

Kerwanê oxirkirinê, ber bi herêma Cizîrê ve bi rê ket, ji wir jî dê derbasî Başûrê Kurdistanê were kirin.