Welatî: Ji bo derxistina leşkerên Tirk divê yekdengî hebe

67

 

 

 

MIHEMED HESEN/ RANYA

 

Nerazîbûna welatiyên Herêma Kurdistanê li dijî hebûna baregeh û leşkerên Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê didome. Bi vê boneyê welatiyên Başûr ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku divê ji bo derxistina leşkerên Tirk helwesta giştî hebe.

 

Welatiyê ji navçeya Koye ya girêdayî parêzgeha Hewlêr Herêm Hatim li ser hebûna leşkerên Tirk li ser xaka Başûr wiha got; “Divê ji bo derxistina baregeh û leşkerên Tirk ji ser xaka Başûrê Kurdistanê yekdengiyek giştî çêbikin. Di vê derbarê de divê parlamentoya Herêma Kurdistanê jî bi erka xwe rabe.”

 

 

Herêm Hatim wiha jî peyîvî; “Pêwîste em hemû malê Tirkî boykot bikin. Her wiha seferên xwe yên ji bo Tirkiya rawestînin, ji bo di aliyê aborî de Tirkiye derbê bixwe.”

 

Welatiya ji navçeya Qeladizê Behrîn Resûl jî li ser heman mijarê wiha peyîvî; “Ti armanca Tirkiyê ya baş nîne li hemberî Başûrê Kurdistanê. Îro êrîşê ser Efrînê dike, sibe wê êrîşê ser Başûrê Kurdistanê jî bike.”

 

 

Behrîn Resûl wiha jî got; “Erka me hemû Kurdane ku divê li dijî baregeh û navendên dewleta Tirk a faşîst derkevin. Ji dervey metirsiya li ser gel û xaka me, ti sûdek wan ê din nîne.”

 

Welatiyek din ê ji bajarê Silêmanî Hejar Mihemed jî ku nerazîbûn nîşa hebûna leşkerên Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê da û wiha got; “Pêwîste Kurd li dijî dagirkeran yekgirtî bin. Ger ne yekgirtî bin, wê rewşa Kurdan her xerab be. Tişta îro li Efrînê diqewime, qet ji ya Lenîngrand kêmtir nîne. Heya zêdetire."

 

 

Hejar Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Ewên ku îro ji bo niştîman têdikoşin navê wan wê di dîrokê de bê tomarkirin. Di dawî de ez dibêjim bila em hemû bi hev re dijî navend û baregehên dewleta Tirk li Herêmê bibine yek deng.”

 

(sk)