Xwepêşandana Helebce û Ranya bi dawî bûn

54

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ-MIHEMED HESEN/ ROJNEWS

 

Îro saet 10:00’ê bi pêşengtiya encûmena herêma Şarezûr a Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê û tevlîbûna welatiyên bajarê Helebce li ber Banka Kevin a bajar ji bo piştgiriya gelê Efrînê xwepêşandan destpê kir û saet 11:00’ê bi dawî bû.

 

Di xwepêşandanê de girseya gel dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Efrînê’, ‘Li Efrîn berxwedan, Helebce piştgire’, ‘Şehîd namirin’  qêr kirin û aliyên YPG û YPJ’ê li gel posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bilind kirin û piştgiriya xwe ji bo Efrînê anîn ziman.

 

 

Her wiha bang li bang li hizib û çalakvanên herçar parçeyên Kurdistanê kirin ku piştgirî bidin berxwedana Efrînê û gotin ku ketina Efrînê ketina hemû Kurdistanê ye.

 

Her wiha li navçeya Ranya ya girêdayî Silêmaniyê welatî li ber Baxê Giştî yê Ranya saet 10:00’ê bûm bûn piştî saetekê belav bûn.

 

 

Welatiyên Ranya de bang li welatiyan hate kirin ku tevlî çalakiyên piştgiriya ji bo Efrînê bibin. Her wiha bêdengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li hemberî êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê jî hate şermezarkirin.

 

Her wiha îro saet 14:00’ê li ber Baxê Giştî yê Ranya xwepêşandana girseyî ya ji bo Efrînê wê destpê bike.

 

 

(sk)