HAWRÊ KIRÊKAR-BOTAN GERMIYANÎ/ GERMIYAN

 

Êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk li ser Efrînê di roja 52’an de bê navber didomin. Nerazîbûnên pêkhateyên Herêma Kurdistanê dijî êrîşên dewleta Tirk didome. Bi vê boneyê rayedarên herêma Germiyan ku ji ajansa me re axivîn, gotin ku bêdengiya li hemberî êrîşên li ser Efrînê zulm e.

 

Cigirê Rêveberê herêma Germiyan Şêx Ebdullah got ku dema qala Efrînê tê kirin, divê hemû gelê Kurd xwe weke xelkê Efrîn bibîne û wiha domand; “Ji ber ku Efrîn ne tenê bajarek wisa hêsane ku navê wî tê gotine, Efrîn Efrîn cihê herî aram ê Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê ye. Lê mixabin li cihê piştgiriya gelê wê were kirin, êrîşê ser dikin û hewl didin dagir bikin.”

 

 

Şêx Ebdullah got ku Efrîn rûmeta netewî ya Kurdane û divê hemû Kurdek bi Efrînê re be.

 

Qeymeqamê navçeya Kelar a girêdayî Germiyan Şehab Hacî Ehmed jî li ser heman mijarê dibêje; “Tişta Tirkiye li hemberî xaka Efrîn û gelê Kurd dike, binpêkirinek mezin a mafê mirove. Mixabin heya niha, Neteweyên Yekbûyî (NY) û welatên mezin ên cîhanê li hemberî êrîşên li ser Efrînê bêdengin. Pêwîste em hemû piştgiriya gelê xwe yê Rojava bikin, ji bo dijî dijmin serbikevin.”

 

 

Şehab Hacî Ehmed wiha jî got; “Bêdengiya li hemberî êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê zulmek mezine. Tirsa ji vê ezmûna demokrasî û moderene ku gelê Kurd li Rojava bi dest xistiye û ava kiriye. Di tirsin sibe heman sîstem li Bakûr jî pêk were.”

 

Berpirsa Komeleya Afretên Kurdistanê ya şaxa Germiyan Nermîn Osman jî diyar kir ku divê em hemû piştgiriya Efrînê bikin, bibine pişt ji bo şervanan ku êrîşên rejîma Tirkiyê bişkênin.

 

 

Nermîn Osman axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Jinên Başûrê Kurdistanê pêl bi pêl ji bo piştgiriya Efrînê diçine Efrînê. Carek din ez dibêjim pêwîste em hemû piştgiriya Efrîn bikin. Ji bo serkeftî be. Ji ber ku ew bêdengiya heye zulmek mezine li hemberî Efrînê.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here