‘Bi boykotkirina rêzefilm û malê Tirkî dikarin alikariya Efrînê bikin’

47

 

 

 

RÊBAZ SEBAH/ KERKÛK

 

Berxwedana Serdemê ya gelê Efrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk di roja 52’an de ye. Bi vê boneyê welatiyên bajarê Kerkûkê ku ji ajansa me re axivîn, bal kişandine ser piştgiriya ji bo Efrînê û gotin ku li Başûrê Kurdistanê bi boykotkirina malê Tirkî dikarin piştgiriya Efrînê bikin.

 

Endamê mekteba sekreteryetiya Yekîtiya Lawên Kurdistanê Bextiyar Macîd got ku bi boykotkirina rêzefilm û malê Tirkî dikarin zextê li ser aboriya Tirkiyê çêbikin ku xwe ber çavan re derbas bike, dest ji êrîş û neheqiyên li Kurdan dike berde.

 

 

Bextiyar Macîd wiha jî dewam kir; “Rêzefilmên Tirkî bandor û rolek pir xerab li ser exlaqê civaka me heye. Bê jî bazara rêzefilmên Tirkî germ kiriye û aktorên wan li ser hesaba Kurdan bi navûdeng bûne. Divê em hewl bidin van rêzefilman boykot bikin.”

 

Her wiha welatiyek din a bajarê Kerkûkê Mariye Ebdulrehman jî diyar kir ku rêzefilmên Tirkî ji bo civaka Kurd pirsgirêkên mezin çêkirine û zererên mezin çêkirine.

 

 

Mariye Ebdulrehman got ku li gor nêrîna wê ti sûdek ê rêzefilmên Tirkî ji bo civaka Kurd nîne, tenê zererê didin çanda Kurdan.

 

Li ser heman mijarê rojnameger Şivan Mihemed jî got; “Bi boykotkirina rêzefilm û malê Tirkî dikarin alikariya Efrînê bikin. Ji ber ku niha dewleta Tirk êrîşê ser Efrînê dike.”

 

 

Di dawiyê de Şivan Mihemed got ku li Başûrê Kurdistanê bi boykotkirina mal û rêzefilmên Tirkî dikarin ji Efrînê re bêjin ew pê re ne.

 

(sk)