ROJNEWS/SILÊMANÎ

 

 

Ciwanên Welatparêz ên Kurdistan û Jinên Ciwan ên Têkoşer îro saet 18:00’an ji Saholeke ang li çadira alîkariyê heya nava bazarê Silêmanî meşeke meşaleyî ya girseyî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê lidar dixin.

 

Ciwanên Başûrê Kurdistanê ku ji roja destpêkê ya berxwedana Efrînê heya niha di seferberiyê de ne îro êvarê çalakiyeke din a girseyî lidar dixin û banga tevlîbûnê li tevahî ciwan, jin û hemû xelkê Silêmanî kirin û gotin, yên li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk in û piştgiriya berxwedana Efrînê dikin, dikarin bi tevlîbûna çalakiyan dengê xwe li dijî komkujî û qirkirinên dewleta Tirk û şîrîkên wê bilind bikin.

 

Berpirsên ciwanan her wiha gotin, ewê heya azadiya Efrînê di nava liv û tevgerê de bin û ji bo vê jî piştgiriyeke bihêz ji gelê Başûrê Kurdistanê dixwazin.

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here