HAWKAR MISTEFA/ SEYÎDSADIQ

 

Berxwedana Serdemê ya gelê Efrînê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di roja 52’an de didome. Ciwanên navçeya Seyîdsadiq ku ji ajansa me re axivîn, piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Efrînê anîn ziman.

 

Yek ji jinên ciwan a navçeya Seyîdsadiq Sara Omer diyar kir ku lehengiya şervanên YPG û YPJ’ê dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê, ji hemû aliyên cîhanê re îspat kiriye li Rojavayê Kurdistanê ti cûdahiyek di navbera pêkhateyan de ji bo parastina xaka xwe ji destê dagirkeran nîne û got; “Ev hewldanek bihêze ku divê em jî vê îradeyê ji bo xwe bikin mînak û rê nedin dagirker êrîşê ser xaka me bikin.”

 

 

Sara Omer wiha jî got; “Tişta nêzî du mehane li Efrînê rû dide, gelê Kurd bi şêweyek pir lehengane dijî dagirkeriya dewleta Tirk rawestaye. Ev jî diyar dike ku gelê Kurd ne amadeye rê bide dagirkeran bêne nav xaka wan. Heya amadene hemû qurbanî bidin ji bo parastina xaka xwe. Em di wê baweriyê de ne ku serkeftina Efrînê wê şikestina Tirkiyê be.”

 

Ciwanek din ê navçeya Seyîdsadiq Serbest Osman jî li ser heman mijarê wiha got; “Cihê şanaziyê ye ku hêzên YPG û YPJ’ê li Rojavayê Kurdistanê bûne rûmeta niştîmanî. Bûne sembola berxwedan û qurbanîdana di oxira azadiyê de. Di demek ku li ber çavê hemû welatên cîhanê li hember dewletek dagirker weke Tirkiyê têdikoşin, welatên dinyayê jî li hemberî sûcên dewleta Tirk bêhelwestin.”

 

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here